Bi bo cara yekem Ermeniyek li Tirkiyê dibe qaymeqam

Navenda Nûçeyan (K24) – Di dîroka komara Tirkiyê de, cara yekem e, Ermeniyek dibe qaymeqam.

Ji Civaka Ermeniyên Tirkiyeyê, Berk Acarê 27 salî, wek Qaymeqamê navçeya Babadag ya Denîzlî hate damezrandin.

Acar par tevlî ezmûnên qameqamiyê bû û serkeftî derçû. Piştî ezmûnên rûbirû kirin, biryara erkdarkirina wî hate dayîn. 

Erkdarkirin bi yasayê nehatibe qedexekirin jî, Ermenî û Elewî di dezgehên îdarî, dad û artêşê de nayên erkdarkirin, erkdarkirina Kurdan jî pir sînordar e.