Li Dîlokê bûyera trafîkê: 16 mirî û 21 birîndar
Li bajarê Dîlokê yê Bakurê Kurdistanê bûyereke trafîkê rûda, li gor zanyariyên destpêkê, 16 kesan canê xwe ji dest dan û 21 kes birîndar bûn.
Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Dîlokê yê Bakurê Kurdistanê bûyereke trafîkê rûda, di encama bûyerê de 16 kesan canê xwe ji dest dan û 21 kes birîndar bûn.
Li ser rêya Edene û Dîlokê otomobîlek qeza kir, piştre otobuseke rêwiyan li cihê bûyerê li ambûlans û wesayîta agirkujiyê û wesayîta weşana zindî ya Ajansa Nûçeyan a Îhlasê (IHA) qelibî.
Parêzgarê Dîlokê Davut Gul li cihê bûyerê ragihand, 16 kesan di bûyerê de canê xwe ji dest dan, ku ji wan 4 kes karmendên agirkujiyê, 2 kes karmendên tendirustiyê û 2 kes rojnamevan in.
Piştî bûyerê gelek ambûlans û tîmên polîsan gihîştin cihê bûyerê.
Di bûyera trafîkê ya Dîlokê de 16 kesan canê xwe ji dest dan
— Kurdistan24 Kurmanci (@k24_Kurmanci) August 20, 2022
Zanyariyên zêdetir: https://t.co/UvoSDJ2DGd pic.twitter.com/k4fZM4bAca