Mesrûr Barzanî rewşa elektirîkê ligel wezîr û berpirsên Wezareta Elektirîkê guftûgo dike
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî serdana Wezareta Elektirîkê kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo ji nêzîk ve rewş û karûbarên Wezareta Elektirîkê bişopîne, îro serdana wê wezaretê kir.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di vê serdanê de ligel Wezîrê Elektirîkê berpirsên wezaretê û rêveberên giştî yên wezartê, guftûgoyan derbarê karûbarên wezaretê de dike.
Pêştir Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî serdana hejmarek ji wezareta kiribû û ji nêzîk ve rewş û karûbarên wan wezaratan şopandibû.
