Mesrûr Barzanî projeyên enerjiya alternatîv li Kurdistanê bilind dinirxîne û daxwaz dike giringiya zêdetir pê were dayîn
Navenda Nûçeyan (K24) – Di çarçoveya serdana bo wezaret û fermangehên hikûmetê de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê îro 21ê Tebaxa 2022an de serdana Wezareta Elektirêkê ya Herêma Kurdistanê kir û ji aliyê Wezîrê Elektirîkê Kemal Mihemed Salih ve pêşwazî lê hate kirin.
Piştre Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi amadebûna Wezîr, Birîkarê Wezaretê, Şêwirmend û Rêveberên Giştî, serperiştiya civîneke taybet a Wezareta Elektirîkê kir.
Di destpêka civînê de Wezîrê Elektirîkê kurteyek li ser kar, çalakî û planên wezaretê di çarçoveya bernameya Kabîneyan Nehemîn ya de pêşkêş kir. Herwesa spasiya Serokwezîr bo piştevaniya bihêz ji Wezareta Elektirîkê re kir, da ku baştirîn xizmetguzarî pêşkêşî welatiyan bike.
Wezîrê Elektrîkê her wiha behsa pêngavên çaksaziyê, bihêzkirina binesaziya enerjiya elektrîkê, nehiştina binpêkirinan, baştirkirina dahatan û pîverên zîrek kir.
Di vê çarçovê de, Serokwezîr di gotarekê de destxweşî li karmendên Wezareta Elektirîkê kir ku di çarçoveya proseya çaksaziyê de, di warê berhemanîn, veguheztin û dabeşkirina elektrîkê de pêşketinên baş bi dest anîne. Amaje bi wê kir ku sektora elektirîkê hîna jî pêwîstiya wê bi pêşkeftineke zêdetir heye, da ku baştirîn xizmetguzarî pêşkêşî welatiyan bike. Li ser vê yekê, Serokwezîr şîret li Wezareta Elektrîkê kir ku bi hemû hêza xwe hewl bide û pilan û amadekariyên pêwîst ji bo dabînkirina enerjiya elektirîkê di pêşerojê de amade bike, ku pêwîst e welatî jî di vî warî de hevkarî û alîkariya hikûmetê bikin.
Serokê hikûmetê eşkere kir ku ji bo baştirkirina rewşa elektirîkê û pêşkêşkirina xizmetguzariyên zêdetir ji welatiyan re, pêwîst e rê li ber îsrafkirina elektirîkê û têkdana enerjiya elektirîkê bê girtin û divê welatî hevkariyê ligel hev û hikûmetê bikin, bi riya kêmkirina zêdebikaranêna elektirîkê û dana risûmatên elektirîkê bi awayekî rêkûpêk û berdewam. Ji bo ku hikûmet bikare beşeke mezin ji lêçûna berhemanîna elektrîkê dabîn bike û elektirîkê pêşkêşî welatiyan bike.
Serokwezîr amaje bi wê yekê jî kir ku Kabîneya Nehan bi ti awayî bac û risûmat li ser welatiyan zêde nekiriye, belku kar bo birêxistinkirina wan kiriye. Got jî: Erkê sereke yê vê kabîneyê ew e ku xizmetkirina welatiyên Herêma Kurdistanê bê cudahî bike.
Serokwezîr xweşhaliya xwe nîşan da ku Wezareta Elektrîkê berê xwe daye çend projeyên elektirîkê yên bi enerjiya royê de û daxwaz kir ku zêdetir giringiyê bidin berhemanîna elektirîkê bi rêya enerjiya alternatîf, paqij û jîngehdost.
