Pirtûk ji bo zîndan û girtîgehên çaksaziyê tên komkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Giştî ya Pirtûkxaneyên Giştî bang li çapxane, weşanxane, rêxistinên civaka sivîl, nivîskar û rewşenbîran dike, dest bi kampîneke komkirina pirtûkan ji zîndan û penagehan re.

Rêveberiya Giştî ya Pirtûkxaneyan îro 22ê Tebaxa 2022an di bangewaziyekê de ragihand, ew kampanya komkirina pirtûkan a mehekê bi rêk dixin û dê pirtûkan bidin, zîndanan, girtîgehên çaksaziyê yên ciwanan, mezinan, jinan û penagehên jinan.

Diyar kir jî, kampîna komkirin û bexşîna pirtûkan ji îro ve dest pê dike û heta mehekê berdewam dibe. Pirtûk jî li pirtûkxaneyên giştî li bajar û bajarokên Herêma Kurdistanê tên komkirin û piştre ji bo Wezareta Karûbarên Civakî tên bexşandin.

Rêveberiya Giştî ya Pirtûkxaneyên Giştî di bangewaziya xwe de behsa wê yekê jî dike, beşdariya di vê kampînê de, beşdarîkirina di ronahîkirina, zîndan û penagehan de ye.