Çiyayê Birzût ji aliyê firokeyeke bêfirokevan ve hat bombebarankirin
Qaymeqamê navçeya Mawet Kameran Hesen ragihand, weke îdareya navçeya Mawet ew ji bombebarankirina sînorên navçeyê nîgeran in.
Hewlêr (K24) – Çiyayê Birzût yê li sînorê gundê Qamîşê yê ser bi navçeya Mawet a Silêmaniyê ji aliyê firokeyeke bêfirokevan ve hat bombebarankirin.
Îro duşemê 22yê Tebaxa 2022yan di demjimêr 10:10 xulekan de Çiyayê Birzût yê li sînorê gundê Qamîşê yê ser bi navçeya Mawet ji aliyê firokeyeke bêfirokevan ve hat bombebarankirin.
Qaymeqamê navçeya Mawet Kameran Hesen ragihand, weke îdareya navçeya Mawet ew ji bombebarankirina sînorên navçeyê nîgeran in.
Heta niha ti aliyekî, bi fermî bombebarankirina Çiyayê Birzût li xwe negirtiye.
Di nava sê salên dawî de çendîn car sînorê navçeya Mawet hatiye bombebarankirin.