Asayişa Silêmaniyê: Me 17 terorîstên DAIŞê desteser kirin
Operasyona Asayişa Silêmaniyê bi daxuyaniyekê ragihand, 17 kes desteser kirine ku şaneya razayî ya DAIŞê bûye.
Hewlêr (K24) – Operasyona Asayişa Silêmaniyê bi daxuyaniyekê ragihand, 17 kes desteser kirine ku şaneya razayî ya DAIŞê bûye û plana wan hebûye ku karên terorîstî encam bidin.
Li gor daxuyaniyê, ew kes li ser zanyariyên îstixbarat û lipeyçûn û lêkolînê, di çend helmetên cuda de li Silêmanî, Çemçemal, Tekye û Barîke hatine desteserkirin.
Di daxuyaniya Asayişê de hatiye diyarkirin, ew kesên ku hatine desteserkirin, du mefreze bûn û yek ji wan "plan danîbûn ku çend efserên bilind ên hêzên Pêşmerge û çend melayên diyar, bikujin".
Herwiha hat eşkerekirin: “Ew grûp ji heft kesan pêk tê û bi rêya torên medyaya civakî ketine bin bandora fikra tundrew a DAIŞê û bangeşeya belavkirina kar û çalakiyên terorîstan dikin û piştî xwerêkxistinê, destpêkê plana terorkirina Mela Fatih Şaristênî, Emîd Serdar û Muqedem Rizgar Heme Salih û Baban Teha yê ji hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê û teqandina çend baregehên din ên partiyan kirine.”
Li ser vê mijarê, Asayişa Silêmaniyê behsa kuştina welatiyê bi navê Ehmed Şewket kiriye û ragihandiye: “Roja 14ê Tebaxa 2022yan li nav bazara Silêmaniyê ya Eshabespî terorîstê herî tawanbar Akam Behadîn yê bi nasnavê Akam Kurdî ligel çend tohmetbarên din ku plana terorkirina Mela Fatih Şaristênî û hejmarek efser û Pêşmerge dikin, nav bazara Silêmanî û Eshabespî destnîşan dikin ji bo wergirtina pere û çek û encamdana çalakiyê, da ku ji ber qerebalixiyê bikarin armanca xwe cîbicî bikin û birevin.”
Herwiha eşkere kir: “Ew terorîst ketin bin çavdêriyê û di dema hewldana wan a wergirtina çek û pere û cîbicîkirina çalakiya xwe de, hêzên me ji bo desteserkirina wan ketin liv û tevgerê, di wê demê de li Eshabespî terorîst rûbirûyî hêzên me bûn û teqekirin rûda û Akam Behadîn û tohmetbarekî din hatin desteserkirin û hejmarek terorîstên din jî reviyan, lê mixabin di bûyerê de welatî Ehmed Şewket ku ji malbateke dilsoz û xebatger e, şehîd bû.”
Hêzên Operasyona Asayişa Silêmaniyê ya ser bi Dezgeha Asayişa Herêmê, di heman demê de liv û armancên mezrefe û grûpeke din a terorîstî li Tekye û Çemçemal dixin bin çavdêriya hûr, ku pêwendiya wan bi grûpa Silêmaniyê re hebûye û weke şaneya razayî ya DAIŞê di çalakiyê de bûne.
Hat eşkerekirin, piştî bidestxistina zanyariyên dirust û eşkerebûna planên wan, ketin bin çavdêriyê li Çemçemalê di dema hewldana dîtina rêyekê ji bo tevlîbûna nav terorîstên DAIŞê, 5 endamên wan bi hevkariya Asayişa Rojavayê Silêmaniyê hatin desteserkirin.
Ew pênc terorîst li tawanên xwe mikur hatine ku sê car kêlên merqedan li gundê Kanî Çinar û Dareshabe şikandine û peykerê Ebdurehman Paşa yê Baban şewitandine û li çendîn cihên cuda jî dirûşmên terorîstên DAIŞê nivîsandine û ala terorîstan bilind kirine û ji bo encamdana çalakiyan hewla bidestxistina çekan dane.