Nêçîrvan Barzanî: Pûçkirina saziya dadweriyê rewşê aloztir dike
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî derbarê xwepêşandanên alîgirên Sedir de peyamek belav kir.
Hewlêr (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî derbarê xwepêşandanên alîgirên Sedir de peyamek belav kir û tê de rexne li pûçkirina karên desthilata dadweriyê girt û ragihand: “Pûçkirina saziya dadweriyê rewşê aloztir dike, ji bo wê yekê em daxwazê ji hemû aliyan û li xwepêşanderan dikin, saziyan û aştiya civakî biparêzin û li tevgerên aştiyane û medenî dûr nekevin.”
Peyama Serokê Herêma Kurdistanê piştî wê yekê hat ku îro alîgirên Tevgera Sedir çûn ber Encûmena Dadwerî ya Iraqê û li hember vê yekê, weke bertekek, Encûmena Dadwerî hemû karên xwe dan rawestandin.
Di peyama Nêçîrvan Barzanî de hatiye diyarkirin: “Em gelek bi baldarî û dilgiraniyê ve li pêşhatên siyasî yên Iraqê dinêrin ku heta diçe ber bi berbelavî û zêdetir kûrtirbûna qeyranan û dûrketina ji hêviyên çareseriyê diçin. Rewş wiha mijûl e paşeroja welat û aştiya civakî dixe metirsiyeke cidî û bi giştî proseya siyasî û hukimranî û saziyan pûç dike.”
Herwiha hatiye destnîşankirin: “Xwepêşandanên medenî yên aştiyane, mafekî rewa û destûrî yê parastî ye, lê belê pûçkirina saziya dadweriyê rewşê aloztir dike, ji bo wê yekê em daxwazê ji hemû aliyan û li xwepêşanderan dikin, saziyan û aştiya civakî biparêzin û li tevgerên aştiyane û medenî dûr nekevin. Welat êdî nikare xwe li hember wan hemû qeyranên dijwar û bargirjiyê û aloziyên zêdetir berdewam rabigre, dawiyê jî bi ziyana tevahiya gelê Iraqê de temam dibe.”
Di dawiya peyamê de Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî tekez dike: “Welat pêwîstî bi guftûgoyeke ciddî ya niştimanî û berpirsiyarane ya aliyên siyasî ye ji bo peydakirina çareseriyê li ser bingeha destûrê, her ev jî take rêya dirust e ji bo derketina ji qeyran û binbestên siyasî û gihandina welat bi qeraxên aramiyê.”