Encûmena Wezîran pirsa dabînkirina ava pak ji welatiyan re gotûbêj dike
Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî dicive
Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro 24ê Tebaxa 2022an, civîna xwe ya heftane bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî dike.
Li gorî Fermangeha Medya û Zanyariyan, civîn du beşan li xwe digire, ya yekem pêşkêşkirina raporta Wezîrê Şarewanî û Geştûguzar ya derbarê rewşa xizmetguzariya dabînkirina ava pak ji welatiyên Herêma Kurdistanê re û astengî, pêşniyaz û çareserkirina wê pirsê ye.
Beşa duyem jî taybet e bi pêşkêşkirina zanyariyên derbarê projeyên xizmetguzariya giştî yên di temenê Kabîneya Nehem de hatine cibicîkirin, yan jî di qonaxa cibicîkirinê de ne.