Pênc geştyarên Iraqî li Tirkiyê canê xwe ji dest dan

Li navçeya Marmarîs a ser bi parêzgeha Mugla ya Tirkiyê, di encama bûyera trafîkê de 5 kesan canê xwe ji dest da, 6 kes jî birîndar bûn.

Hewlêr (K24) – Li navçeya Marmarîs a ser bi parêzgeha Mugla ya Tirkiyê, di encama bûyera trafîkê de 5 kesan canê xwe ji dest da, 6 kes jî birîndar bûn.

Bûyer di demjimêrên êvarê de rûda, ku otomobîla safariyê (geşta nav daristan û çolê) li nêzîkî Seyîr Terasî ya li ser rêya Datçayê qulipî.

Li gorî zanyariyên destpêkê, piraniya kesên ku canê xwe ji dest dane geştyarên Iraqî ne.

Peyamnêrê K24ê ragihand, nasnameyên qurbaniyên bûyera trafîkê eşkere bûne, ku ji bajarên Bexda, Kerbela û Ramadî ne û navên kesên ku canê xwe ji dest dane ev in: Ayad Mustefa Abduhafed (Ji dayîkbûn 1961), Mohammed Sattar Jabbar (Ji dayîkbûn 1988), Alî Jawdat Kadhim (ji dayîkbûn 1991), Haydar Fadhil Jalîl (ji dayîkbûn 1971), Îbrahîm M. H Alaamar (Ji dayîkbûn 1960).