Werzê çinîna zebeşên belek ên Diyarbekirê dest pê kir

Diyarbekir (K24) – Zebeşên Belek ên Diyarbekirê ku wek berhemeneke xwecîh yê bajêr jî hatiye pesand kirin, îsal jî hatine asta çinînê û mezintirînên wan zebeşan dê ji bo Mîhrîcana Zebeşan a Diyarbekirê bên veguhastin. Li Gundê Mîrza Beg ku ser bi navçeya Bismilê ya Diyarbekirê ve ye jî, mezintirîn zebeşên mîhrîcanan tên gihandin û werzê çinîna zebeşan ya îsal bi beşdariya Parêzgarê Diyarbekirê Alî Îhsan Sû destpê kir.

Dê û bavê Mehmet Atli bi gihandin û çandina zebeşên Dîyarbekirê ku wek cûreya ‘zebeşê belek’ tê nasîn, temenê derbas kirine her du jî êdî ji 70 salî derbas bûne û êdî kal û pîr in. Mahmet Atli jî bi xuşk û birayên xwe re, hewla berdewamiya wê mîratê didin.

Cotkat Mehmet Atli ji K24ê re got: “Bêyî ku ked bê dayîn, tiştekî dernakeve holê. Çewa ku mezin kirina gedeyan zehmet e, ev kara jî wisa zehmet e. Heta ku em van zebeşan mezin dikin, her roj di çar-çar û nîvên sibê de, beriya nimêjê em radibin, heta demjimêr 6-7’ê êvarê li ber vê tavê kar dikin.”

Cotkar piştgirî dayîna cotkaran, ji bo ku cotkariyê berdewam bikin girîng dinirxînin û ji bo piştgiriyên parêzgarî û şaredariya Diyarbekirê û saziyên bi wan ve girêdayî jî destxweşî dikin.

Adîl Aydin jî balê dikşîne ku berhemdayîn, bi kedên zehmet peyda dibin û berdewamiya çandina zebeşê Diyarbekirê jî girîng e.

Adîl Aydin dibêje: “Zebeşê Diyarbekirê sê cure ne: yek jê belek e, yek jê pembe ye, yek jê jî ferîk e. Van zebeşên me yên mezin cureyê zebeşên belek in ku di navbera 35 kîlo û 60 kîloyî de mezin dibin. Yên pembe jî di navbera 5 kîlo û 18 kîloyan de mezin dibin. Îsal berhemdayîna zebeşan gelek baş bû û fiyeteke baş jî wergirtin.”

Rêvebirê Saziya Geşepêdanên li Heremên Bejî Nîhat Nûrbakî jî da zanîn ku heta ew dikarin piştgiriya cotkaran dikin da ku ew jî çand û çandiniya xwe berdewam hilberînin.

Nîhat Nûrbakî diyar dike: “Zebeşê Diyarbekirê nîşaneya berhemê herêmî jî wergirtiye û li ser çand û kevneşopiyên Diyarbekirê hatiye pesand kirin. Dem ku mirov van encaman jî dibîne pê kêfxweş dibe. Ev zebeş beşek ji çanda me ne û li ciyekî din bi vî rengî mezin nayên berhemdan. Min ji xaltiya Îkram pirsî min got pêwendiya te û vî zebeşa çi ye? Wê jî got:’weka sebîyê min e.’ got çewa min li sebiyên xwe dinihêrt ez wisa jî li van zebeşan dinihêrim. Ev jî hem ji bo Diyarbekir, hem jî ji bo danasîna Diyarbekirê gelek girîng e.”

Piştî kedeke dûvdirêj xwedîkirina werzê belek yê Diyarbekirê îsal temam bû. Êdî zebeş ji bo pêşbirkan amade ne. Îsal tê çaverêkirin ku mezintirîn zebeş, ji gundê Mîrza Beg der bikeve, tê çaverêkirin ku ew zebeş jî 60 kîloyî be.