Hunermend Ebrû Gundeş bi xortekî Kurd re dizewice

Navenda Nûçeyan (K24) – Hunermenda navdara a Tirkiyê Ebrû Gundeş ligel sermayedarê Kurd Resen Xoşnaw projeya hevjîniyê pêk anî.

Li gorî medyaya Tirkiyê, hunermenda navdar Ebrû Gundeş a 47 salî ligel Resen Xoşnavê bi 19 salan jê biçûktir e li Dubeyê bi şêweyek nihênî projeya hevjîniyê pêk aniye.

Hat gotin ku wan her duyan biryar dane ji niha û pê ve li Dubeyê bijîn û Gundeş tenê ji bo konseran dê serdana Tirkiyê bike.