Fuad Husên diçe Tehranê

Wezîrê Derve ya Iraqê çend pirsên giring li Tehranê gotûbêj dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Wezareta Derve ya Iraqê Ehmed El-Sehaf piştrast kir, Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên îro Duşemê serdana paytexta Îranê Tehranê dike.

El-Sahaf ji ajansa nûçeyan a Îraqî (INA) re got: "Wezîrê Derve Fuad Husên îro serdana Tehranê dike û bi rayedarên payebilind ên Komara Îslamî ya Îranê re dicive.”

Amaje bi yekê kir jî, Husên dê bi hevtayê xwe yê Îranî Emîr Husên Ebdullahiyan re bicive û guftûgoyan li ser pêwendiyên dualî û rêyên pêşvebirina wan ji bo berjewendiya her du gelan bike.

Her wiha got: “Her du alî dê li ser rewşa navçê, pêwendiyên Îran û Kendavê û pêşhatên danûstandinên dosya navokî ya Îranê gotûbêj bikin.”