Di 2 mehan de 6.5 milyar Dînar ji bo projeyên Îdareya Soran hatin xerckirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Di heyama du mehên borî de, 37 proje li Îdareya Serbixwe ya Soranê ketine warê cibcîkirinê û zêdetir ji 6 milyar û 500 milyon Dînar ji bo wan xerc kirine.
Fermangeha Medya û Zanyariyan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro Çarşemê ragihand, 6 milyar û 500 milyon Dînar ji bo cibicîkirina projeyên xizmetguzariyê li Îdareya Serbixwe ya Soranê di du mehên borî de hatine xerckirin.
Roja 14ê Îlona 2021ê, bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, merasîma ragihandina Îdareya Serbixwe ya Soranê birêve çû.
Îdareya Serbixwe ya Soranê ji qezayên Soran, Riwandiz, Mêrgesor û Çomanê pêk tê, rûbera wê 5 hezar û 473 kîlometro çargoşe ye û hejmara rûniştvanên wê nêzîkî 350 hezar kesî ne.