Li Konya di şerê 2 malbatên Kurd de 2 kes hatin kuştin
Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Konyayê yê Tirkiyê di navbera du malbatan de şerê bi çekan derket û di encamê de 2 kes hatin kuştin û 3 kes jî birîndar bûn.
Peyamnêrê K24ê ragihand, li navçeya Karatayê ya Konyayê şer di navbera 2 malbatan Kurdan de, malbatek ji Qersê û malbata din ji Xarpêtê derket.
Peyamnêrê me da zanîn, di encamê de jin û mêrekî ji malbata Qersî hatine kuştin û 3 kes jî birîndar in.
Destnîşan kir jî, kesên tevlî êrîş û şer bûne ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hetine desteserkirin.