Encûmena Fetwayê, fetweyekê derbarê “zewaca misyar” li Herêma Kurdistanê de dide
Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Bilind a Fetweyê li Herêma Kurdistanê ragihand, “zewaca misyar” bi civaka Kurdî re nagunce û nayê qebûlkirin.
Encûmena Bilind a Fetweyê li Herêma Kurdistanê îro di daxuyaniyekê de got: “Di van rojên dawî de pirsa zewaca misyar bûye rojeva çend kenalên medyayî û torên civakî û welatî bi wê re mijûl bûne.”
Her wiha got: “Em di Encûmena Bilind a Fetweyê ya Yekîtiya Zanayan de, bala misilmanan dikşînin ser wê yekê ku ev zewac berûvajî adet û nerîtên civaka Kurd e, bi civaka me re nagunce û berûvajî armancên zewaca îslamî ye.”
Encûmena Bilind a Fetweyê dibêje: “Ji ber vê yekê em bang li zanayên olî yên birûmet dikin ku xwe ji pêkanîna girêbestên zewacê yên bi vî rengî dûr bixin.”
Zewaca Misyar, têgeheke civakî ye di van deh salên dawî de li welatên Erebî û hin welatên îslamî belav bûye. Ev tê wê wateyê ku mêrekî misilman zewaca xwe bi jinekê re bi peymaneke yasayî pêk bîne û jin jî razî bibe ku dev ji mal û nefeqeyê berde.