Nûnerê Amerîkayê rewşa deverê bi ENKSê re gotûbêj kir

Nûnerê Amerîkayê tekez kiriye ku ji bo rûbirûbûna DAIŞê û pêkanîna aramiyê ji bo xelkê deverê, hêzên Amerîkî dê li deverê bimînin.

Nûnerê Wezareta Derve ya Amerîkayê ligel Serokatiya ENKSê civiya
Nûnerê Wezareta Derve ya Amerîkayê ligel Serokatiya ENKSê civiya

Hewlêr (K24) – Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) û Nûnerê Wezareta Derve ya Amerîkayê yê li Rojavayê Kurdistanê, pêşhateyên herî dawî yên deverê gotûbêj kirin.

Endamê Desteya Serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) Feysel Yûsif ji Kurdistan24ê re ragihand, îro li Rojavayê Kurdistanê, Nûnerê Wezareta Derve ya Amerîkayê Nicolas Granger ligel Serokatiya ENKSê civiya û her du aliyan behsa geşedanên herî dawî yên deverê kirin.

Feysel Yûsif eşkere kir ku civîn li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê hatiye lidarxistin û diyar kir, Nûnerê Amerîkayê ji wan re tekez kiriye ku ji bo rûbirûbûna DAIŞê û pêkanîna aramiyê ji bo xelkê deverê, hêzên Amerîkî dê li deverê bimînin.

Yûsif herwiha destnîşan kir, Nûnerê Amerîkayê ragihandiye ku Washington rijd e li ser wê yekê ku krîza Sûriyê li gor biryara Encûmena Asayîşê ya Navdewletî ya hejmara 2254an were çareserkirin.

Fly Erbil Advertisment