Rêveberê Bendava Duhokê: 31 sal in asta ava bendavê wisa kêm nebûye

Ji ber bandora hişkesaliyê, asta ava Bendava Duhokê 16 metre daketiye.

Hewlêr (K24) – Rêveberê Bendava Duhokê Endezyar Ferhad Mihemed ji Kurdistan24ê re ragihand, ji sala 1991ê ve, ev cara yekem e ku asta Bendava Duhokê wisa kêm bûye.

Ji ber bandora hişkesaliyê, asta ava Bendava Duhokê 16 metre daketiye, Rêveberê Bendava Duhokê Endezyar Ferhad Mihemed ragihand, ji sala 1991ê ve, cara yekem e ku asta bendavê wisa kêm dibe.

Rêveberiya Giştî ya Keşûhewa û Erdhejê ya Duhokê jî eşkere kir, di nava du salên borî de bi rêjeyeke pêwîst baran nebariyaye û hişkesalî kûrtir bûye û asta bendavê kêm bûye.