Li Sêwasê di bûyerekî hatûçûnê de 8 kesan canê xwe ji dest dan

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Sêwasa Bakurê Kurdistanê minibûsa ku ji dawetê vedigeriya û kamyonekî barhilgir li hev dan û di encamê de 8 kesan canê xwe ji dest dan, 9 kes jî bi giranî birîndar bûn.

Li gor çapemeniya Tirkiyê, minibûsa ku ji dawetê vedigeriya di rêya navbera Sêwas û Meletî de li herêma Yeşîldere li hev dan. Piştî agahdarkirina welatiyan, tîmên polîs û tîmên tenduristiyê giheştina cîhê bûyerê û 7 kesan demildest li cîhê bûyerê canê xwe ji dest dan, kesekî jî dema ew veguehstin bo nexwaşxaneyê canê xwe ji dest da. Hat ragehandin 9 kes jî birîndar bûn û birînên wan jî giran e.

Piştî bûyerê Qaymeqamê navçeya Kangal a Sêwasê Fatîh Sungur û berpirsê polîs ê Sêwasê Burhan Akçay geheştin cîhê bûyerê û li cîhê bûyerê Fatîh Sungur ragehand, dawetiyên ku ji Bursa ya Tirkiyê ve vedigeriyane Meletî di minibûsekî de bûn û li gel kamyona ku ji Meletî ve diçû bo Amasyayê li hev dane.