Piştî daketina asta ava Dukanê şûnwarê rêyeke dîrokî derket
Beriya bi hezaran salan hatiye bikaranîn.
Silêmanî (K24) – Piştî daketina asta ava gola Dukanê ya li parêzgeha Silêmaniyê, şûnwarê rêyeke dîrokî derket holê ku tê pêşbînîkirin, beriya bi hezaran salan hatiye bikaranîn.
Şarezayê Şûnwaran Elî Dînke li ser vê mijarê ji K24ê re ragihand, paniya wê rêyê zêdetirî du metre ye û dirêjahiya wê jî nêzîkî 4 kîlometre ye.
Elî Dînke destnîşan kir, hîn ne diyar e ku ew rê di kîjan sedemê de hatiye çêkirin, lê belê di serdema Sasaniyan de hatiye bikaranîn.
Li ser karê endazeya dirustkirina wê rêyê, şarezayê şûnwaran diyar kir, rê bi kevirên mezin û biçûk hatiye çêkirin, ku ji bo hatûçûna bazirganî û rêwiyan hatiye bikaranîn.