Dije Terora Kurdistanê: Firokeyeke bêfirokevan li Geliyê Balîsan çekdarên PKKê kire armanc

Firokeyeke bêfirokevan mefrezeyeke çekdarên PKKê li Geliyê Balîsan kire armanc.

Hewlêr (K24) – Firokeyeke bêfirokevan mefrezeyeke çekdarên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li Geliyê Balîsan kire armanc.

Li gor zanyariyên malpera Dije Terora Kurdistanê, vê êvarê 5ê Îlona 2022yan di demjimêr 20:10 xulekan de firokeyeke bêfirokevan a nenas, mefrezeyeke çekdarên PKKê li Geliyê Balîsan kire armanc.

Dije Terora Kurdistanê eşkere kir, mefrezeya çekdarên PKKê ji sînorê îdareya Raperînê derbas bûne û li Geliyê Balîsan bûne armanca firokeyeke bêfirokevan.

Herwiha ragihand ku dezgehên ewlehiyê li ser bûyerê dest bi lêkolînê kirine.

 

Fly Erbil Advertisment