Pêşmerge li Çiyayê Qereçûxê li dijî DAIŞê operasyon pêk anî
Hêzeke Pêşmergeyê Kurdistanê li mîhwera şeş, di nava du rojan de li bakurê Çiyayê Qereçûxê operasyon pêk anî.

Hewlêr (K24) – Hêzeke Pêşmergeyê Kurdistanê li mîhwera şeş, di nava du rojan de li bakurê Çiyayê Qereçûxê operasyon pêk anî.
Fermandarê Mîhwera Şeş Sîrwan Barzanî ji Kurdistan24ê re ragihand, di nava van du rojan de 36 şikeftên çekdarên DAIŞê hatin dîtin.
Sîrwan Barzanî eşkere kir, di operasyonê de hêzên Pêşmerge dest bi ser çek û teqemeniyên cûr bi cûr û pêwîstiyên dirustkirina bombeyan de girtin.
Herwiha diyar kir, hêzên Pêşmerge bi awayekî serkeftî û bêyî ti ziyanekê, armanca operasyona xwe bi dest anîn.
