Xelkê Diyarbekirê amadekariya zivistanê dikin

Li Diyarbekirê li hal û bazarên sewza amadekarî tên kirin, lê hem welatî, hem jî firoşkar ji giranbûna bihayê berheman gazincan dikin.

Diyarbekir (K24) - Di mehên payîzê de ku bax û baxçe berheman didin; amadekariyên zivistanê jî tên kirin. Li Diyarbekirê jî, li hal û bazarên sewza amadekarî tên kirin, lê hem welatî, hem jî firoşkar ji giranbûna bihayê berheman gazincan dikin.

Bi taybetî piştî destpêka meha Îlonê li Diyarbekirê amadekariyên zivistanê jî dest pê dikin û zêdetir dibin. Firoşkar ji bo pêwistiyên amadekariyên zivistanê yê welatiyan bi qase û torbeyan li hal û bazaran sewze û berheman berhev tînin, welatî jî li gor hêza xwe pêwistiyên xwe bicîh dikin.

Welatiyê bi navê Fîkrî Bayduk ji K24ê re diyar kir: “Min 2 qase firingî (tomate-bacanê sor) sitendine û çend kîlo balîcanê reş û îsot min kirîne, ewê gede jî hindek fasulyeyan bînin emê têkilî hev bikin amade bikin. Em ji amadekariyên malê dibin, ji bo ku şûşa tije bikin, qasa firingiyan 27 kîlo bû, 140 lîre dike.  Lê piyase wiha ye, em çi bikin.”

Welatiyê bi navê Abdullah Yalinkiliç destnîşan kir: “Ji bo zivistanê me firingî, îsot û balîcan kiriye. Em wan zewzan hişk dikin, dolma amade dikin, konserveyan tije dikin, turşuyan amade dikin û Êdi çi lazim be, pê çê dikin. Lê gelek biha ne, yên feqîr ewê çewa bistînin. Kiloya îsotan bi 20  lîre ne. Mirov bi 20 lÎre çewa bikirin. Ji bo amadekariyan jî kilo û nîv 2 kîlo jî bes nakin. Divê bi qae û torbeyan bikirin. Ew jî 400-500 lîre pare dike. Welatî ewê çewa bikirin, nikarin bikirin, yanî feqîr dimînin di halê xwe de.”

Firoşkar jî balê dikşînin ku ji ber giranbûna bihayê berheman welatî nerazî ne û ew jî hem nerazîbûnên welatiyan guhdarî dikin û hem jî hewla bidesve anîna dahata xwe didin.

Firoşkar Qedrî Erol dibêje: “Ev der taxa Baxlera (Rezan) ye. Malbat qelebalix in. Yanî kiloyek 2 kîlo têra kesî nake. Zêde jî hêza wan nagihê ku bikirin. Yanî çi pirsgirêkên welatiyan kom dibin, li me diteqin. Ew wsa dizanin ku em berheman biha dikin. Lê em jî giran dikirin. Naklîye sala borî sotemenî 7 lîre bû îsal buye 30 lîre. 4 qat zêde buye. Jixwe herÎ zêde nakliye û mesref bihaye sewze giran dike. Yan na fiyetên wan li gor enflasyonê normal in. Em jî bi ber dikevin, mişterî dixweyîdin jî em dengê xwe nakin. Derûniya miletê xirab buye, hêza wan ya kirînê kêm bûye.” 

Ligel bandorên qeyrana aborî ku liser welatiyan bandorên xwe berdewam dike, li hala Diyarbekirê amadekariyên zivistanê hene. Her çiqas sewzê îsal biha bin jî qase bi qase, torbe bi torbe ji bo amadekariyan tên kirîn. Welatî radigînin ku her yek li gor hêza xwe mecbûr in ku van amadekariyan bikin.

Fly Erbil Advertisment