Hikûmeta Herêma Kurdistanê amarên îsal ên hatina geştyaran ragihand

Îsal zêdetirî 3 milyon û 700 hezar geştyar hatine Herêma Kurdistanê û %85ê wan geştyarên naverast û başûrê Iraqê bûne.

Hewlêr (K24) – Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, îsal zêdetirî 3 milyon û 700 hezar geştyar hatine Herêma Kurdistanê û %85ê wan geştyarên naverast û başûrê Iraqê bûne.

Îro çarşemê 14ê Îlona 2022yan, Hikûmeêta Herêma Kurdistanê amarên Desteya Geştûguzariyê belav kir, ku tê de hatiye eşkerekirin, ji 1ê Çileyê heta 1ê Tebaxa 2022yan, 3 milyon û 776 hezar û 656 geştyar hatine Herêma Kurdistanê.

Di daxuyaniyê de hatiye destnîşankirin, %85ê geştyaran, ji naverast û başûrê Iraqê hatine û %15ê din jî, geştyarên biyanî ne, kar li ser wê yekê jî tê kirin ku rêjeya geştyaran zêdetir û cûr bi cûr bibin, da ku hejmara hatina geştyaran zêdetir bibe.

Li gor datayên Desteya Geştûguzariyê, li Herêma Kurdistanê nêzîkî sê hezar cihên geştyariyê hene, ku xizmetguzarî û çalakiyên cûr bi cûr ên geştyariyê tê de têne encamdan, beşek ji wan cihan, taybet in bi geşta zivistanê.

Roja 5ê Hezîrana 2022yan, di civîna Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê de, Wezîrê Şarevanî û Geştûguzariyê raporteke 17 xalî pêşkêş kir bi mebesta zêdetir girîngîdana sektora geştyariyê û Hikûmeta Herêmê biryar da, wezaretên Herêmê hevahengiya zêdetir bikin ji bo pêşxistina sektora geştyariyê, di vê çarçoveyê de Desteya Geştûguzariyê plana heşt salan amade kir, ji bo pêşxistina sektora geştyariyê û zêdetirkirina projeyên veberhênanê di vî warî de.