Firokeyeke Tirkiyê baregeha YBŞê bombebaran kir
Firokeyeke şer a Tirkiyê baregeha çekdarên Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) ya li nahiya Gir Izêr a ser bi Şingalê bombebaran kir.
Hewlêr (K24) – Firokeyeke şer a Tirkiyê baregeha çekdarên Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) ya li nahiya Gir Izêr a ser bi Şingalê bombebaran kir.
Peyamnêrê Kurdistan24ê ragihand, îro piştî nîvro 23ê Îlona 2022yan, firokeyên şer ên Tirkiyê baregeheke çekdarên Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) ya li nahiya Gir Izêr a ser bi Şingalê kire armanc.
Ji ber bombebaranê ziyaneke mezin li baregehê ketiye, lê heta niha ji aliyê YBŞê ve derbarê ziyanên canî û maddî de ti zanyarî nehatine belavkirin.
Ev ne cara yekem e ku firokeyên şer ên Tirkiyê baregehên çekdarên YBŞê li navçeya Şingalê bombebaran dikin û çend carên din jî serkirdeyên YBŞê li navçeyê hatiye armanckirin.