Kurdistan24 ligel Peymangeha Al Jazeera rêkeftina hevkariyê îmze kir

Li Dohaya paytexta Qeterê, Saziya Kurdistan24ê ligel Peymangeha Al Jazeera bo Ragihandinê, rêkeftina hevkariyê di warên şêwira medyayî de îmze kir.

Hewlêr (K24) – Li Dohaya paytexta Qeterê, Saziya Kurdistan24ê ligel Peymangeha Al Jazeera bo Ragihandinê, rêkeftina hevkariyê di warên şêwira medyayî de îmze kir.

Rêveberê Giştî yê Saziya Medyayî ya Kurdistan24ê Ehmed Zawitî kêfxweşiya xwe li ser îmzekirina rêkeftinê nîşan da û diyar kir, ev rêkeftin bandoreke erênî dê li warê bilindkirina şiyana mirovî li kanalê bike.

Ehmed Zawitî ev rêkeftin weke rêkeftineke serkeftî ligel saziyeke pêşeng a weke Al Jazeera û peymangeha wê bi nav kir û got: “Em pêşwaziyê li bîrokeya vekirina xula hevbeş li Iraqê dikin.”

Rêvebera Peymangeha Al Jazeera bo Ragihandinê Îman El Amirî jî ragihand, rêkeftin duh sêşemê li ofîsa peymangehê ya li Dohaya paytexta Qeterê hat îmzekirin û pêngaveke erênî ye ji bo bihêzkirina hevbeşî û rêkeftinên navdewletî.

Îman El Amirî diyar kir, peymangeh dê xizmeta şêwira medyayî pêşkêşî Saziya Kurdistan24ê bike û xula taybet ji bo bihêzkirina şiyana mirovî li saziyê veke.