Hevseroka berê ya Sûrê Fîlîz Buluttekîn serbest hat berdan

Hevseroka Şarerdariya Sûra Diyarbekirê ya ku li şûna wê qeyûm hatibû tayînkirin û paşê jî hatibû girtin, serbest hat berdan.

Hevseroka berê ya Sûrê Fîlîz Buluttekîn
Hevseroka berê ya Sûrê Fîlîz Buluttekîn

Diyarbekir (K24) - Hevseroka Şarerdariya Sûra Diyarbekirê ya ku li şûna wê qeyûm hatibû tayînkirin û paşê jî hatibû girtin, derket dadgehê û daxwaza berdana xwe ji dadgehê kir. Dadgehê jî hem demê mayî girtîgehê de berçav girt, hem jî ji bo ku delîl werin berhevkirin biryara berdana Buluttekîn da.

Hevseroka Berê Ya Şaredariya Sûrê Fîlîz Buluttekîn a ku qeyûm li şûna wê hatibû peywirdarkirin û paşê jî hatibû girtin bi rêya Sîstema Deng û Dîmen (SEGBÎS) tevlî dadgehê bû.

Di dadgehê de dozgerê komarî daxwaza berdewamiya girtina Fîlîz Buluttekîn kir. Li ser vê yekê şandeya dadgehê daxwaza parastina Fîlîz Buluttekîn kir.

Buluttekîn jî di parastina xwe de amaje kir ku ew endama HDPê ye, hemû daxuyanîyên ku beşdar bûye di çarçoveya  xebatên siyasî de ne û mafên wê yên destûrî ne û beşdarî ti tawanekê nebûye. Buluttekîn piştî parastina xwe daxwaza berdana xwe ji dadgehê kir.

Li ser vê yekê şandeya dadgehê civiya û biryar da. Di biryarê de hat gotin ku hem demê mayî girtîgehê de berçav hatiye girtin, hem jî ji bo ku delil werin berhevkirin biryara berdana Buluttekîn hatiye dayîn.

Fîlîz Buluttekîn di 16ê Adara îsal de bi îdiaya endamtiya rêxistina neyasayî hatibû binçavkirin. Di 21ê Berfanbara 2019an de ji dêvla Fîlîz Buluttekîn qeyûm hatibû danîn.