Avahiya HDP’ê ya rêxistina Diyarbekirê hat mohrkirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Avahiya rêxsitina HDP’ê ya Diyarbekirê, ji aliyê Şaredariya Navçeya Rezan ve bi hinceta ku qateke ne li gorî projeyê hatiye avakirin, hat mohrkirin.
Ev demeke dirêj e hin malbatên ku îdîa dikin zarokên wan bi navbeykariya siyasetmedarên HDPê gihiştine PKK’ê li ber derê avahiya HDPê xêve vedane û çalakiya rûnuiştinê birêve dibin. Demeke dirêj e jî HDP kar û xebatên xwe yên siyasî li vê avahiyê nake.
Dihate plankirin ku di 16ê Cotmehê de HDP kongreya xwe ya bajêr li vê avahî bike. Siyasetmedarên HDPê bertek nîşanî biryara mohkirinê dan.