Baroya Diyarbekirê rêvebiriya xwe ya nû hildibijêre

Diyarbekir (K24) – Baroya Diyarbekirê di 8 û 9’ên Cotmehê de, rêvebiriya xwe ya nû hildibijêre.

Di roja yekem ya kongreyê de, parêzerên jin ên Baroya Diyarbekirê, li ciyê civîna kongreyê, porên xwe birîn û keça Kurd Jîna Emînî ku li Îranê ji aliyê polîsan ve hatibû kuştin bibîr anîn.

Parêzeran rejîma Îranê û kiryarên wê bi tundî şermezar kirin û diruşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ gotin.

Kongreya Baroya Diyarbekirê dê sibê bi dawî bibe û rêvebiriya nû jî diyar bibe.