Festîvala Çandî ya Rêya Sûrên Diyarbekirê bi çalakiyên cuda û bertekan destpê kir
Diyarbekir (K24) – Mîhrîcana ku ji aliyê Wezareta Çandî û Geştiyariya Tirkiyê ve bi hevkariya parêzgarî û Şaredariya Mezin a Diyarbekirê re tê lidarxistin; dê heta 16’ê Cotmehê bi çalakîyên cûrereng berdewam bike. Lê ji aliyê din de jî, kampanyayên ku welatî beşdarî mîhrîcanê nekin jî li ser medya civakî tên meşandin.
Bi dertpêka tîrêjên rojê re û bi firandina balonên ku ji Kapadokyayê anîne festîval a Çandî ya Rêya Sûrên Diyarbekirê destpê dike. Dîlan a ku yekem carê bi van balonan difire, bi kêfxweşî behsa kelecana xwe dike.
Dîlan Yalinkiliç Yilmaz got: “Li Diyarbekirê yekem car lidar xistina çalakiyên wiha me kêfxweş kir. Hêvîdarim, çalakiyên wiha berdewam hebin. Niha gelek kelecanî me û nizanim dê kelacana li hewayê çewa be?”
Rêvebirên festivalê jî, ragihandin ku dê bi 600 çalakiyên cuda û bi beşdariya welatiyan mîhrîcanê birêve bibin.
Serokê Daîra Çandî û Karên Civakî Yê Şaredariya Mezin a Diyarbekirê Alî Çelîk ji K24ê re got: “Di 9 rojên ku festival berdewam bike de; ji şanoyê heta çalakiyên bo zarokan, ji konseran heta sînemayê, dê li 35 xalan 600 çalakî bên lidar xistin û 1500 hunermend beşdarî bikin. Me van çalakiyan ji bo gelên li Dİyarbekirê û bajêrên derdor amade kiriye û em çaverêne ku beşdarî bikin.”
Festivala Rêya Çandî ya Sûrên Diyarbekirê bi firandina balonan destpê kir. Ev festival dê heta 16 Cotmehê bi çalakiyên cûre reng berdewam bike.
Ji aliyê dinde bertekên li dijî festivalê jî hene û helmet û hastagên ku ji aiyê saziyên sivîl, partiyên siyasî, hunermend û rewşembîran ve hatine vekirin, li ser medya civakî bûne trendtopîc.
Aliyên ku bertek nîşanî festivalê didin û daxwaza beşdarnebûyîna welatiyan dikin, balê dikşînin ku taxên li nav Sûrên Diyarbekirê, ji sala 2016’an ve ji nişteciyên wê hatine çol kirin û bi festivalê jî tê xwestin ku ew têkbirin bên jibîr kirin û ew plansazî berdewam bike.