Serdana geştyaran bo Diyarbekirê zêde bûye

Li gorî daneyên Gerînendehiya Çand û Geştiyariya Diyarbekir hejmara geştiyarên di 8 mehên pêşî yên îsal de serdana Diyarbekir kirin 418 hezar û 955 e ku li gorî sala borî rêjeya geştiyarên serdana Diyarbekir kirine, %17 zêde bûye.

Diyarbekir (K24) - Li gorî daneyên Gerînendehiya Çand û Geştiyariya Diyarbekir hejmara geştiyarên di 8 mehên pêşî yên îsal de serdana Diyarbekir kirin 418 hezar û 955 e ku li gorî sala borî rêjeya geştiyarên serdana Diyarbekir kirine %17 zêde bûye.

Pêşketina Diyarbekirê ya di warê geştiyariyê de berdewam e ku ev yek xwe di daneyên fermî de jî dide der. Gerînendehiya Çand û Geştiyariya Diyarbekir ragihand ku di 8 mehên pêşî yên 2021an de 355 hezar û 178 geştiyaran serdana Diyarbekir kiribûn lê 8 mehên pêşî yên îsal de ev reqem bûye 418 û 955 geştiyar ku zêdebûn %17 e. Pisporên qada geştiyariyê dibêjin bi teybetî di mehên havînê de geştiyariya Diyarbekirê geş bû.

Xwediyê kompaniya geştiyariyê Edîp Paçal ji K24ê re ragihand: “Bi texmîna min zêdebûn %40 e. Ew daneyên gerînendehiya geştiyariyê parve dike ji aliyê kompaniyên wek me ve tên rêkirin. Gelek geştiyar rojane tên Diyarbekir û diçin û hatinçûna wan nayê tomarkirin. Emê îsal ji 500 hezarî derbas bikin û sala bê jî ji rezervasyonan diyar e ku dê gelek baş be.”

Kompaniyên geştiyariyê balê dikêşin ku nujenkirina Bircên Diyarbekirê û avahiyê dîrokî li gorî berê bêhtir geştiyarên biyanî dikêşe bajêr ku îsal 8 mehên peşî de 37 hezar û 53 geştiyarên biyanî serdana Diyarbekirê kirine ku hatina geştiyarên biyanî didome.

Geştiyara ji Malaysia May Wing ji K24ê re diyar kir: “Me ev dîwar dîtin, eynî weke dîwarê Çînê ne, lê hinekê ji wan biçûktir e. Gelek karîger in li ser hestên mirov ji ber ku gelek ciwan in. Paşê jî em çûn Mizgefta Mezin.”

Geştiyarê ji Malaysia Law Bon jî got: “Diyarbekir cihekî fantastîk e. Rewşa vê derê gelek xweş e. Tişekî mirov aciz bike nîne. Dîwarên Diyarbekirê navdar in. Min bihîstiye ku di cîhanê de dirêjtirîn diwarên duyem in. Tika ye van dîwaran biparêzin û divê ji hemî aliyê cîhanê xelk bên vê derê û ji kultûra vê derê tiştan fêr bibin.”

Di 8 mehên pêşî yên 2020an 220 hezar û 209 geştiyaran serdana Diyarbekir kiribûn û niha ev reqem nêzîkî 2 qat zêde bûye ku kompaniyên geştiyarê li bendê ne sala bê 1 milyon geştiyar werin Diyarbekirê.