Encûmena Wezîran projeyasaya veberhênana kanzayê gotûbêj kir

Bi serperiştiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û bi amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî îro çarşemê 12ê Cotmeha 2022yan, Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê civiya.

Hewlêr (K24) – Bi serperiştiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û bi amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî îro çarşemê 12ê Cotmeha 2022yan, Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê civiya.

Di civînê de reşnivîsa projeyasaya veberhênana kanzayê li Herêma Kurdistanê, ji bo gotûbêj û danûstandina fikr û ramanan hat pêşkêşkirin.

Di destpêkê de Serokwezîr û Cîgirê Serokwezîr, girîngiya hebûna projeyasaya veberhênana kanzayê dubare kirin, ku pêngaveke girîng e ji bo berfirekirina cûreyên çavkaniyên aboriya Herêmê û rêkxistina warê veberhênanê di samanên kanzayên Herêmê de bi nêrîn û stratejiyeke nû, ku ezmûn û pîan û rêkarên herî baş ên navdewletî li xwe bigre. Ji ber ku heta niha yasaya kevn a Iraqê tê bikaranîn ku ya sala 1988an e û astengiyên mezin tê de hene û bi guherînên niha nagunce.

Wisa tê çaverêkirin ku ev projeyasaya nû, bibe sedema misogerkirin û handana veberhênerên biyanî ji bo anîna sermayeyên xwe di vî warî de bo Herêma Kurdistanê, piştî gotûbêj û danûstandineke berfireh a fikr û ramanan, Encûmena Wezîran biryar da, lijneyeke taybet ji wezaretên Samanên Sirûştî, Plandanîn, Bazirganî û Pîşesaziyê û Wezîrê Herêmê bo Karûbarên Parlamentoyê û Serokê Dîwan û Sekreterê Encûmena Wezîran were pêkanîn ji bo lipeyçûna wan têbînî û nêrînên ku li ser reşnivîsa projeyasayê hatine eşkerekirin ji bo dewlemendkirina projeyê û amadekirina reşnivîsa projeyasayê ji bo Encûmena Wezîran.

Hat diyarkirin ku Serokwezîrê Federal li ser daxwaza Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, rizmanendî daye li ser şandina bi qasî 50 milyon lître nefta sipî di vê mehê de weke qonaxa yekem.

 

Fly Erbil Advertisment