Ewrûpa bo Putin: Em ê artêşa te ji holê rakin

Berpirsê Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewrûpayê Josep Borrell di egera bikaranîna çekê atomî de li dijî Ukraynayê, gefê li Putin dixwe û dibêje: “Em ê artêşa te ji holê rakin.”

Leşkerên Artêşa Rûsyayê
Leşkerên Artêşa Rûsyayê

Navenda Nûçeyan (K24) – Berpirsê Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewrûpayê Josep Borrell di egera bikaranîna çekê atomî de li dijî Ukraynayê, gefê li Putin dixwe û dibêje: “Em ê artêşa te ji holê rakin.”

Josep Borrell bersiva gefên Serokê Rûyayê Vladimir Putin da û ragihand: “Eger tu bi cidî bî û çekê atomî bi kar bînî, Yekîtiya Ewrûpayê, Amerî û NATO bi cidî ne û artêşa te dê ji holê rakin.”

Borrell diyar kir: “Gefa bikaranîna çekê atomî heye û Putin dibêje ez rast im. Lê divê ev yek zelal be ku Ukrayna û ewên piştevaniya wê dikin (Yekîtiya Ewrûpayê, Amerîka û NATO) jî bi cidî ne.”

Herwiha dibêje: “Her cûre êrîşeke atomî ya li dijî Ukraynayê, dê bersiva wê hebe, ne tenê bi atomî, bi awayekî bersiva serbazî dê hebe ku artêşa Rûsyayê ji holê rake.”

Fly Erbil Advertisment