Mexdûrên Girtîgeha Diyarbekirê: Bila girtîgeh bibe mûzexane
Piştî ku Girtîgeha Diyarbekir a ku tê de êşkenceyên giran li kurdan hatibû kirin hat valakirin ev yek ji aliyê kesên êşkence dîtîn ve bi erênî hat pêşwazîkirin lê mexdûrên êşkenceyê dibêjin divê girtîgeh bibe mûzexane.
Diyarbekir (K24) - Piştî ku Girtîgeha Diyarbekir a ku tê de êşkenceyên giran li kurdan hatibû kirin hat valakirin ev yek ji aliyê kesên êşkence dîtîn ve bi erênî hat pêşwazîkirin lê mexdûrên êşkenceyê dibêjin divê girtîgeh bibe mûzexane û hemû girtiyên siyasî jî werin berdan da ku wateyek valakirinê çêbibe.
Girtîgeha Tîpa E ya Diyarbekirê ku piştî derbeya leşkerî ya 1980yê wek girtîgeha leşkerî hatibû bikaranîn û tê de êşkenceyên giran li kurdan hatibû kirin, tê valakirin.
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan şemiyê serdana Diyarbekir dike û salek berê gotibû dê girtîgeha Diyarbekir bibe navenda çandê û beriya hatina wî jî girtîgeh hat valakirin.
Mexdûrên êşkenceyên Girtîgeha Diyarbekir biryarê erênî pêşwazî dikin lê dibêjin divê girtîgeh bibe mûzexane û hemû girtiyên siyasî werin berdan.
Siyasetmedar Cano Amedî ji K24ê re diyar kir: “Gelek salên min, xortaniya min, ciwaniya min vê derê de derbas bû. Gelek dostên me hatin kuştin, gelek kes piştî ku derketin jî seqet man. Divê hemû girtiyên siyasî werin berdan. Bi awayekî sembolîk, tenê valakirin ti tiştek îfade nake.”
Di Girtîgeha Diyarbekirê de ku tîrmeha 1980yê hatibû vekirin, bi taybetî êşkenceyên giran li rewşenbîr, nivîskar, siyasetmedar û welatparêzên kurd hatibûn kirin û mexdûrên girtîgehê balê dikêşin ku divê girtîgeh newe hilweşandin û kiryarên girtîgehê neyên windakirin.
Cîgirê Serokê PSKê Bayram Bozyel ji K24ê re diyar kir: “Girtîgeha Diyarbekir navenda şikandina îrade û tevgera Kurd bû. Divê kurd xwedî li dîroka xwe derbikevin. Divê ew bûyer neyên jibîrkirin. Divê wek mûzexane were dirustkirin.”
Girtîgeha Diyarbekir a di nava girtîgehên herî hov ên cîhanê de cih digire de navbera 1981 û 1984an de 34 kesan jiyana xwe jiyana ji dest dan û qedexeyên herî giran ên girtîgehê li ser nirxên Kurdistanî bûn.
Li ser dîwarê girtîgehê dinivîsî: “Bi tirkî biaxive, gelek biaxive” ji ber wê dayîkên kurd ên dihatin dîtina zarokên xwe ji ber tirkî nedizanîn li çavên zarokên xwe dinihêrîn.