Iraq: Em rê nadin ti girûpek ewlehiya Îranê bike armanc

Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Iraqê Qasim El-Erecî bi serokatiya şandeke pilebilind li Îranê ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Îran radigihîne, Iraq û Herêma Kurdistanê ji ber hebûna grûpên li dijî Îranê li ser xaka wan berpirs in. Şêwirmendê Asayîşa Niştimanî ya Iraqê jî dilniyayê dide Îranê.

Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Iraqê Qasim El-Erecî ku bi serokatiya şandeke pilebilind li Îranê ye, bi Wezîrê Derve yê Îranê Huseyîn Amir Ebdullahiyan re civiya.

Li gorî ajansa nûçan “Mehr”, di civînê de tekezî li ser hevahengiya ewlehiyê di navbera her du welatan de hat kirin, Lê Ebdullahiyan di civînê de gortiye, “aramiya Iraqê ji aramiya Îranê dizanin, lê ew li bendê ne xaka Kurdistanê nebe meydana kiryarên terorîstî û metirsî li ser Îranê.”

Wezîrê Derve yê Îranê daxwaz ji Iraq û Herêma Kurdistanê kir ku li hember van grûpan berpirsyariya xwe bigirin ser milê xwe. Her wiha Ebdullahiyan got ku Îran Iraqeke azad û serbixwe dixwaze, lê êdî ew nikarin berdewamiya hebûna çekdarên li dijî Îranê li ser xaka Herêma Kurdistanê û liv û tevgerên wan qebûl bikin.

Ji aliyê xwe ve, Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Iraqê Qasim El-Erecî ji Îranê re tekez kir, ku destûra Iraqê rê nade grûpên ku ewlehiya welatên cîran bixin metirsiyê û Iraq û Herêma Kurdistanê jî rê nadin ti girûpek ewlehiya Îranê bike armanc.

Civîn piştî êrîşa asmanî ya meha borî tê ku roja 28/9/2022, artêşa Îranê bi rêya 73 mûşekên Balistîk û bi dehan dronan çend deverên Herêma Kurdistanê kirin armanc. Di encamê de 18 kes hatin kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûn.