Berdevkê CNKê Jiyan Tîmurtaş li Diyarbekirê hat desteserkirin
Berdevkê Ciwanên Neteweyî yên Kurdistanê CNKê Jiyan Tîmûrtaş li Diyarbekir ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hat desteserkirin.

Diyarbekir (K24) - Berdevkê Ciwanên Neteweyî yên Kurdistanê (CNK) Jiyan Tîmûrtaş li Diyarbekir ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hat binçavkirin.
Parêzerê Jiyan Tîmûrtaş Hişyar Ozalp ji Kurdistan24 re ragihand ku Jiyan Tîmûrtaş bi îdiaya endambûna rêxistina neyasayî hatiye binçavkirin.
Hişyar Ozalp eşkere kir, ji bo dosyaya Jiyan Tîmûrtaş biryara sînordarkirinê hatiye dayîn, ji ber vê yekê jî parêzerê Tîmûrtaş nekariye wî bibîne. Parêzer çaverê ne ku sibê li gel muwekîlê xwe hevdîtinê pêk bînin.
Roja 26ê Îlona 2022yan, endamên CNKê di lîstika Amedspor-Bursasporê de Ala Kurdistanê vekiribûn û piştre ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibûn binçavkirin.
Xortên CNKê rojek piştî binçavkirinê bi mercê kontrola edlî û bi qedexeya derketina derveyî welat, hatibûn berdan.