Irvin Hicks: Parzûngeha Lanaz nimûneya herî baş a hevbeşiya Amerîka û Herêma Kurdistanê ye
Konsulê Giştî yê Amerîka yê li Hewlêrê Irvin Hicks ragihand, ew şerefmend bûye ku ligel Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Kompaniya Amerîkî ya Honeywell, yekeyeke nû ya benzîna parzûngeha Lanaz vedikin.

Hewlêr (K24) – Konsulê Giştî yê Amerîka yê li Hewlêrê Irvin Hicks ragihand, ew şerefmend bûye ku ligel Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Kompaniya Amerîkî ya Honeywell, yekeyeke nû ya benzîna parzûngeha Lanaz vedikin û ev baştirîn nimûne ye ku çawa hevbeşiya navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê, alîkariya pêşveçûna Herêma Kurdistanê dike.
Irvin Hicks li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: “Ez şerefmend bûm ku em ligel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Kompaniya Amerîkî ya Honeywell UOP, yekeyeke nû ya benzînê ya parzûngeha Lanazê vedikin.”
Li ser yekeya nû ya benzînê ya parzûngeha Lanazê, Konsulê Giştî yê Amerîka yê li Hewlêrê diyar kir, ev parzûngeh dikare 1.7 milyon lître benzîna bi kalîteya bilind di rojekê de berhem bîne û bi sedan derfetên kar dê pêk bîne.
Konsulê Giştî yê Amerîka yê li Hewlêrê Irvin Hicks, parzûngeha Lanaz wek nimûneyeke karê hevbeş ê navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê bi nav kir û got: “Ev nimûneya herî baş e ku çawa hevbeşiya navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê dibe sedema guherîna teknolojiyê û alîkariya pêşveçûna Herêma Kurdistanê dike.”
Duh roja Çarşemê 27ê Cotmeha 2022yan, bi amadebûna rayedarên navxwe û dîplomatên çend welatên biyanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî parzûngeha petrolê ya Lanazê vekir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî ragihand, ji bilî ku welatiyên me dê ji berhemên wê parzûngehê sûdmend bibin, parzûngeh bûye cihê derfetên kar û ev jî yek ji wan bernameyên kar e ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi awayekî berdewam piştgiriya wê dike.
Parzûngeha Lanaz li ser rûberê nêzîkî 620 donim erd hatiye dirustkirin û dikeve ser rêya Kiwêr a li rojavayê bajarê Hewlêra paytext.