Li Diyarbekirê amadekariyên ji bo werzê sermayê tên kirin

Diyarbekir (K24) – Li Diyarbekirê û Bakurê Kurdistanê, sar û serma hêdî hêdî destpê dike û welatî jî li gor werzê sermayê berê xwe didin bazaran. Di van rojan de dikanên ku berhemên taştê, giyanên tendurist û berhemên rezan difiroşin, ciyê serdana welatîya ne. Kêmbûyîna hêza kirînê jî hem li ser dikandaran, hem jî li ser welatiyan bandor dike.

Li Diyarbekirê tîna rojê kêm dibe û êdî werzê payîzê jî xwe nêzîkî demsala zivistanê dike. Hewa sar her diçe bandora xwe zêde dike û welatî jî amadekariyên xwe dikin da ku xwe ji cureyên zekemê di serî de, nexweşînên sermayê biparêzin.

Welatî balê dikşînin ku divê beriya mirov nexweş bikeve, laş û giyanê xwe bihêz bike û bi vê mebestê jî xwarin û vexwarinên xwe bihêztir bike.

Welatî Bulent Ûral got: “Ji bo ku dims bistînim hatim. Dem ku hewa sar dibe, hewl didim ku her sibe beriya taştê kevçiyekî vexum. Divê mirov li hember sermayê beriya nexweş bikeve tevdîrên xwe bistîne. Li gel dims û xwarinên baş û bihêz divê nebatên tendurist jî mirov ji malê kêm neke. Niha jî li tama dims dinihêrim, dims gelek sûdbexş e û ez havînan jî wek şerbet vedixum. Em jî tên ciyên wiha ku van berheman difroşin û pêdiviyên xwe dikirin.”

Dikandar jî radigihînin ku bi destpê kirina sermayê re welatî zêdetir berheman dikirin, lê li gor salên berê jî hêza kirîna welatiyan kêm bûye.

Firoşkar Tûncay Ekîn dibêje: “Werzê vê demsalê nû dest pê kir, 2-3 hefteye hêdî hêdî destpê kiribû. Niha dims û bastêk zêde tên firotin, fiyeta van berheman dîsa piçek kêm e li gor yên din. Wan berheman em bixwe çê dikin. Îsal rez jî gelek kêm berhem dabûn, bandora wê jî li ser fiyetan heye. Yanî firotin jî li gor sala parîn, baş nîn e. Bi rastî rewş ne baş e, mesela milet par dihatin 5 - 10 kîlo distendin, îsal kîloyek û 2 kîlo distînin.”

Dikandar Tayfûr Bîrtane got: “Îsal jî wek her sal e, hêza kirîna welatiyan daketî ye. Lê dîsa jî welatî bastêq, benî, tehîn, dims û kekilê gûzan dikire.  Welatiyên me jixwe hez dikin. Em çûbûn Îzmîrê, min van berheman biribûn nizanibûn. Digotin 100 gram bide min, loma ez bi qurbana îmana Amedê bibim welatiyên me tên dibêjin, 5 kîlo, 6 kîlo, dikirin. Însanê me perê xwe ji bo xwe xerc dikin.”

Li Diyarbekirê serma hêdî hêdî destpê dike. Welatî jî ji bo ku xwe ji wê sermayê biparêzin û tendurist jiyana xwe berdewam bikin; bi taybet şşîraniyên ku welatî zivistanê bikar tînin û ji bo bihêzkirina laşê xwe li gel van şîraniyan, nebatên tendurist jî di baladariya welatiyan de ne û di vê serdemê de berê xwe didin kargehên ku wan berheman difiroşin û pêwistiyên xwe bicîh dikin.