Xwendekarên Diyarbekirê naxwazin cihê avahiya fakulteya Hiqûqê bê guhertin

Navenda Nûçeyan (K24) – Xwendekarên Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Dîcle ya Diyarbekirê, biryara guhertina cihê fakulteyê bi çalakiyan protesto dikin. Xwendekar dibêjin; ev 40 sal in avahiya fakulteyê heye û li vir çandeke çêbûye û ew naxwazin ev çand bê têkbirin. Rêveberiya zanîngehê jî radigihîne ku, ji bo fakulteya hiqûqê avahiyeke modern avakirine û ti armanceke wan ya têkbirina çandekê nîne.

Bi rojan e beşek ji xwendekarên beşa hiqûqê yên Zanîngeha Dîcle ya Diyarbekirê biryara guhertina cihê fakulteya xwe bi çalakiyan protesto dikin. Xwendekar her roj demjimêr 12.00an heta 12.30an kom dibin, daxuyaniyekê didin, bi dirûşm û pankartan biryara rêveberiya zanîngehê protesto dikin. Xwendekar dibêjin; ev 40 sal in ev avahî heye û li vir çandeke çêbûye û ew naxwazin ev çand bê tekbirin.

Xwendekar Baran Emen: “Li vir hûn jî dibînin, daristana me heye, lê belê cihê nû wekî çolistanê ye. Em nîv saetê dimeşin, sê rawestgehan derbas dikin. Heger ne dûr jî bûya me nedixwest. Ji ber ku çandeke vê avahiya li pişt me heye, em dixwazin em vê çandê biparêzin.”

Xwendekar Gamze: “Em naxwazin ji vir bar bikin. Em dixwazin li vê çandê xwedî derkevin. Em dixwazin li maneviyata vê avahiyê xwedî derkevin.”

Hin sazî û rêxistinên sivîl jî piştgiriya çalakiya xwendekaran dikin. Xwendekar dibêjin; diviya bû ji beriya biryara guhertina cihê fakulteyê pirs ji wan jî bihata kirin.

Ji 40 salan zêdetir ke ev avahî li vêderê ye. Heta bi sedan dadnasên naskirî ji vêderê derçûne. Xwendekar dibêjin; li vê derê êdî çandek çêbûye û ew naxwazin ev çand ji holê rabe.

Li gorî ragihandina xwendekaran; li gel armanca têkbirina çanda fakulteyê polên avahiya nû piçûk in û gelek kêmasiyên wê hene.

Xwendekar Burak Furkan Eskîn: “ji bo guhertina cihê fakülteyê ji me pirs nakin. Ji me pirs nekirine. Akademîsyen jî wekî me difikirin û ew jî naxwazin em cihê xwe bigûherînin. Rektor bi ya xwe dike û ji ti kesê jî pirsekê nake.”

Xwendekar Savaş Onal: “Em ne tenê li dijî guhertina cihê avahî, pol an jî darekê, berekê ne. Me li vir çayek vexwariye û dostaniyeke me liv ir çêbû ye. çîrok û dîroka vê derê heye. Ji ber hindê em van çalakiyan dikin.”

Ji aliyê din ve, avahiyeke nû bo fakulteye hatiye avakirin û li vir dewamê dest pê kiriye. Li gorî ragihandina Dekanê Fakulteya Hiqûqê Hasan Tanriverdî, avahiya berê gelek kevin bibû û ji bo perwerdehiyê êdî nedibû û wan jî avahiyeke nû û modern ava kirine. Li gorî rêveberiya zanîngehê, îdiayên xwendekaran bêbingeh in.