Li Diyarbekirê di salekê de 80 goştfiroşan dikanên xwe girtin
Li gorî daneyên Jûra Goştfiroşên Diyarbekir di salekê de li navenda Diyarbekirê 80 goştfiroşan ji ber ku bi lêçûnê re nagihêjin dikanên xwe girtine.
Diyarbekir (K24) - Li gorî daneyên Jûra Goştfiroşên Diyarbekir di salekê de li navenda Diyarbekirê 80 goştfiroşan ji ber ku bi lêçûnê re nagihêjin dikanên xwe girtine. Nûnerên esnafan û goştfiroş didin zanîn ku wisa bidome dê hejmara girtina dikanan zêdetir bibe.
Li Bakurê Kurdistanê û tevahiya Tirkiyeyê qeyrana aboriyê her ku diçe xwe zêdetir dide der û hemû qadên jiyanê ji vê yekê bibandor dibin ku li Diyarbekirê di vê çarçoveyê de di nava salekê de 80 goştfioş hatine girtin.
Nûnerên esnafan didin zanîn ku dema lêçûn ji dahatê gelek zêdetir be esnaf nikarin li ber xwe bidin û dawiya dawî jî ji neçarî dikanên xwe digirin û ev yek li aliyekî din bi xwe re pirsgirêka bêkariyê jî tîne û girtina 80 dikanan dibe sedema bêkar mayîna kêmzêde 250 kesan jî .
Serokê Jûra Goştfiroşên Diyarbekirê Hacî Atli ji K24ê re diyar kir: “Em her roj di nava esnafan de digerin. Esnaf dibêjin 3 hezar lîre kirê didin û 13 hezar lîre jî mehane li elektrîkê xerc dikin.”
Li Diyarbekirê di nava salekê de li gorî daneyên Jûra Goştfiroşan bihayê goşt %30 zêde bûye; li aliyekî bihabûna goşt û li aliyê din daketina hêza danûstanê ya welatiyan vê tabloyê derdixe holê û gelek goştfiroşên li ber xwe didin jî hatine asta girtinê.
Goştfiroş Riza Îşozu ji K24ê re diyar kir: “Em 7 hezar lîre kirê didin û 13 hezar lîre jî mehane didin elektrîkê. Zehmet e ji bo me. Ez nizanim dê heta kengê wisa bidome.”
Bihabûna elekrîkê di nav esnafan de herî zêde bandorê li goştfiroşan dike, ji ber ku goştfiroş divê goştê xwe 24 demjimêran bênavber di sarincê de biparêzin û dema wisa be lêçûna elektrîkê jî 5 qat zêdetir dibe.