Li Diyarbekirê bûyera trafîkê: 2 mirî û 1 birîndar

Li parêzgeha Diyarbekirê ya Bakurê Kurdistanê otomobîl û barhilgirekê li hev dan û di encamê de du kesan canê xwe ji dest dan û kesek jî birîndar bû.

Navenda Nûçeyan (K24) - Li parêzgeha Diyarbekirê ya Bakurê Kurdistanê otomobîl û barhilgirekê li hev dan û di encamê de du kesan canê xwe ji dest dan û kesek jî birîndar bû.

Li gor agahiyan îro Şemiyê 3ê Kanûna 2022yan li ser rêya parêzgehên Diyarbekir û Çewlîgê barhilgirek û otomobîlekê li hev dan.

Di encama bûyerê de kesê bi navê Halit Çelik ê 32 salî li cihê bûyerê canê xwe ji dest daye û 2 kesên din jî bi giranî birîndar bûn.

Her du kesên birîndar bo Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcle ya Diyarbekirê hatine veguhestin.

Ji wan her du birîndaran, Riza Kurt li nexweşxaneyê canê xwe ji dest daye.