Geştên Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê hatin rawestandin
Navenda Nûçeyan (K24) – Ji ber rewşa keşûhewayê, Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê hemû geştên xwe yên asmanî rawestandin.
Rêveberê Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê Ehmed Wişyar ji K24ê re ragihand, ji ber rewşa keşûhewayê, geştên asmanî heta demjimêr 12:00 hatine rawestandin.
Ji îro danê sibê ve mijeke dijwar çend navçeyên Herêma Kurdistanê û Iraqê girtiye û heta niha ji bilî Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê, Firokexaneya Bexdayê jî geştên xwe rawestandine.
Berdevkê Desthilata Firokevaniyê ya Iraqê Cîhad Dîwan ji K24ê re ragihand, ji ber mija zêde ya li asman û kêmbûna asta dîtinê, geştên asmanî yên Firokexaneya Navdewletî ya Bexdayê hatine rawestandin.
Destnîşan kir jî, her dema rewşa keşûhewayê asayî bibe, dê geştên firokeyan ji nû ve dest pê bikin.