Saît Bîngol 70 sal in li Diyarbekirê berberiyê dike

Diyarbekir (K24) – Li Diyarbekirê berberek bi navê Saît Bîngol bi salane pîşeya xwe bi heskirinek bilind didomîne û tevî temenê xwe yê bilind ew dibêje hîn jî bi enerjiyek mezin ew karê xwe dike. Saît Bîngol dibêje eger ew careke din were dinê dê dîsa berberiyê bike.

Li Diyarbekirê navend û sembola keda destan Sûka Şewitî ya dîrokî ye ku di vê sûka bedew û hêja de pîşeyên ku bi keda destan tên kirin ber xwe didin ku hebuna xwe bidomînin. Yek ji mînakên vê rewşê jî Saît Bîngolê 77 salî ye ku 70 sal in berberiyê dike. Dahata Saît Bîngol tenê têra debara wî dike û ji ber wê her çiqas dixwaze dikana xwe mezin û nujen bike jî bi derfetên kêm kare xwe didomîne ku di dikana xwe ya biçuk a Sûka Şewitî de ye 52 sal in kirêdar e û bi vê dikana biçuk  zarokên xwe mezin kirine.

Berber Saît Bîngol ji K24ê re got: “Min 7 salî dest bi berberiyê kir. Ez ber deste xelkê şagirt bûm, paşê min qalfetî kir. Ez çûm eskeriyê û hatim û min ji xwe re dikan vekir. Jiyana min hemû bi berberiyê çû. 7 zarokên min hebun. 1 mir. 4 keçên min hene zewicî ne, lawek min jî cem min nema çû Stenbolê. Min hemu bi berberiyê xwedî kirin.”

Saît Bîngol ê ku yek ji kevintirîn berberê Diyarbekirê ye pîşeya xwe bi heskirinek mezin dike û li Diyarbekirê jî deng vedaye ku heta ji ber ked û xebatên wî yên berberiyê Jura Berberan a Diyarbekir jî wek spasiyekê xelatek bo wî amade kiriye.

Serokê Jura Berberên Diyarbekir Ahmet Cemîl Degîrmencî dibêje: “Hemû karên bi destan tên kirin gelek hêja ne. Saît Bîngol jî bi vê kargeha biçuk hem zarokên xwe dane xwendin û zarokên xwe zewicandine. Ev ji bo wî jî û ji bo me jî cihê serbilindiyê ye. Di vê qeyrana aboriyê de girîng e ku mirovek wisa bi temen bikaribe bi keda destê xwer debara xwe bike.”

Di dikana Saît Bîngol de misliqa avê nîne û bi amurên berê karê xwe didomîne û tenê ye, şagirtek wî jî nîne  lê dibêje heta ku temenê wî têrê bike ew ê berberiyê bidomîne.