Darizandina Imamoglu û 12 kesên din li ser Kongreya CHPê hat paşxistin

Navenda Nûçeyan (K24) – Rûniştina darizandina 12 kesan, di nav wan de Serokê Şaredariya Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Imamoglu, bi tometa "têkdan û binpêkirinê" di dema Kongreya 38ê ya Giştî ya Partiya Gel a Komarî (CHP) de, bo 18ê Mijdarê hat paşxistin.

Îro Çarşem, 11ê Mijdara 2026ê, li Dadgeha 26ê ya Sûcên Destpêkê ya Enqereyê, rûniştineke din a doza vekolîna li ser binpêkirinên Kongreya 38ê ya Giştî ya CHPê jî hat birêvebirin. Di wê rûniştinê de ew her du tometbar, Baki Aydoner û Erkan Aydın, ligel parêzerên dozê amade bûn.

Li gorî zanyarên dadgehê, sedema vekirina vê dozê û lêpirsînên qanûnî ji bo hebûna kêmûkasî û bêserûberiya di awayê birêveçûna Kongreya 38ê ya Giştî ya wê partiyê de vedigere.

Di 4 û 5ê Mijdara 2023ê de, piştî ku opozîsyona Tirkiyeyê bi serokatiya Kemal Kılıçdaroglu di hilbijartinên serokatiyê yên Gula 2023ê de li beranber Recep Tayyip Erdogan şkest, pêleke nerazîbûnê di navxweya Partiya Gel a Komarî (CHP) de ser hilda.

Ekrem Imamoglu (Serokê Şaredariya Bajarê Mezin ê Stenbolê) û Ozgur Ozel serkirdetiya baskekê bi navê "Guhertinxwaz" kir. Di kongreya 38ê de, ku Imamoglu Serokê Dîwana Kongreyê bû, di gera duyê ya dengdanê de Ozgur Ozel karî serkeftinê bi dest bîne û piştî 13 salan serokatiya Kılıçdaroglu di wê partiyê de bi dawî bîne.