Cîgira Serokê Parlamentoya Ewropayê bi tometa wergirtina bertîlê hat girtin
Navenda Nûçeyan (K24) – Cîgira Seroka Parlamentoya Ewropayê Eva Kylie ji bo lêpirsîna ku ji dewleteke Kendavê bertîl standiye, hat binçavkirin.
Li gorî Berdevkê Hikûmeta Federal a Belçîkayê, lêkolîner guman dikin ku wî welatî “bandor li biryarên aborî û siyasî yên ku ji hêla Palamentoya Ewropayê ve hatine pejirandin kiriye.”
Endametiya Kylie ji Koma Sosyalîst û Demokratan a Parlamentoya Ewropayê hat betalkirin û her wiha ji Partiya Tevgera Sosyalîst a Çep a Yewnanîstanê hat derxistin.
Polîsa Belçîkayê roja Înê de li Brukselê çar kesên din jî li Parlamentoya Ewropî girtin û dest danîn ser 632 hezar dolar, kompîtur û têlefonên destan.
Medyaya Belçîkayê, Qatar wekî welatê navborî bi nav kir û got ku ew li gorî agahiyên ji “çavkaniyên agahdar” hatine wergirtin.
Berdevkê Hikûmeta Qeterê red kir ku ti agahiyên wan derbarê vê lêkolînê hebin û got: “Her îdiayek ku dewleta Qeterê karekî deryasayî kiribe, dûrî rastiyê ye.”
Li aliyê din Berdevkê Parlamentoya Ewropayê got: “Parlamento derbarê lêkolînên heyî de ti daxuyaniyê nade, lê eger jê were xwestin dê bi rayedarên herêmî re hevkariyê bike.”