Wezîrê Navxwe yê Iraqê gihîşte Hewlêrê

Wezîrê Navxwe yê Iraqê bi şandeke bilind a ewlehiyê gihîşte Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê.

Hewlêr (K24) – Wezîrê Navxwe yê Iraqê bi şandeke bilind a ewlehiyê gihîşte Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê û ji aliyê Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê ve hat pêşwazîkirin.

Li gor zanyariyên Peyamnêrê Kurdistan24ê, Wezîrê Navxwe yê Iraqê Ebdulemîr Şemerî îro ligeş şandeke bilind a ewlehiyê gihîşte Hewlêrê û ji aliyê Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed ve hat pêşwazîkirin.