Serokê Herêma Kurdistanê pêşwazî li Konsulê Tirkiyê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 13/12/2022an pêşwazî li Konsulê nû yê Tirkiyê li Herêma Kurdistanê Memet Mevlut Yakut kir.

Di hevdîtinê de, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji ber destbikarbûna Konsulê nû yê Tirkiyê li Herêma Kurdistanê pîrozbahî lê kir û hêviya serkeftinêdi erkê wî de jê re xwest û piştgirî û alîkariya xwe nîşan da.

Ji aliyê xwe ve Yakut xweşhaliya xwe ji bo destnîşankirina wî weke Konsulê Giştî yê welatê xwe li Herêma Kurdistanê nîşan da û hêvî kir ku bikare pêwendiyên di navbera welatê xwe û Herêma Kurdistanê de bi pêş bixin, bi taybetî di warên ku ji bo her du aliyan girîng in.

Dawî pêşhatên navçeyê bi giştî û çend mijarên din ên cihê giringiya hevbeş, tewereke din a civînê bûn.