Li Bakurê Kurdistanê 88 koçber hatin desteserkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Rihayê 88 koçber hatin desteserkirin, 54 ji wan Sûrî ne.

Hêzên ewlehiyê yên bajarê Rihayê li çend rêbendan otomobîl rawestandin û lêkolîn kirin. Di encama lêkolînê de 88 koçberên ku bi awayeke neyasayî ketine nav sînorên Tirkiyeyê hatine desteserkirin.

Hat ragihandin ji nava desteserkiriyan, 54  kes xelkê Suriyeyê ne.

Hêzên ewlehiyê kesên desteserkirî radestî Rêveberiya Koç û Koçberan a Bajarê Rihayê kirin.

Ev yek di demekê de, Yekîtîya Ewrupa ragihandibû ku ew ê 220 milyon euro wek alîkarîya darayî bide Tirkiyê, ta ku sînorên xwe yên rojhilat baştir kontrol bike û pêşî li koçberîya neyasayî bigire.

Koçber
Koçber