Belemeke koçberan li Kanala Îngilîz noqî avê bû

Li Kanala Îngilîz belemeya koçberên neyasayî noqî avê bû û di encamê de çar koçberan canê xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Kanala Îngilîz belemeya koçberên neyasayî noqî avê bû û di encamê de çar koçberan canê xwe ji dest dan.

Hikûmeta Brîtanyayê ragihand, çar koçberan piştî binavbûna belemeke biçûk sibeha roja Çarşemê 14ê Berfanbara 2022yan, canê xwe ji dest dan.

Li gor raportan, belemeya koçberan li nêzîkî peravên bajarê Kent bin av bûye û di operasyoneke hevbeş de hêzên deryayî û polîs û pasevanên sînorê Brîtanya û Fransayê, karîne 43 koçber rizgar bikin.

Ji bo rêgirtina li koçberan, sala bê Serokwezîrê Brîtanyayê Rishi Sunak dê yasayek derbixe ku li gor yasayê, her koçberekî ku bi awayekî neyasayî biçe Brîtanyayê, yan yekser dê bo welatê xwe were şandin, yan jî bo welatekî din were veguhestin.