Soylu: Eger Dadgeha Bilind cezaya Îmamoglu pesend bike, dê ji kar were dûrxistin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyaman Soylu radigihîne, eger Dadgeha Bilind cezaya Ekrem Îmamoglu pesend bike, ew ê wî ji kar dûr bixe.

Suleyman Soylu di televîzyoneka taybet a Tirkiyê de li ser cezakirina Şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglu axivî û diyar kir ku, biryara Dadgeha Stenbolê rast e û eger Dadgeha Bilind jî cezaya wî pesend bike, ew dê Şaredarê Stenbolê jikar dûr bixe.

Dadgeha Stenbolê, hefteya borî bo tohmeta sivikatî li Komîsyona Bilind a Hilbijartinê kiriye, du sal û heft meh û 15 roj cezaya zindanîkirinê dabû Ekrem Îmamoglu. Eger ev ceza were pesendkirin, Îmamoglu ji siyasetê dê were qedexekirin.